Rewangeha Suriyê ragehandineke nû ya rewşa şer belav kir
K24- Hewlêr
Rewangeha Suriyê bo Mafên Mirovan ragehand, supayê Tirkiyê û milîşyayên hevpeymanên wê 220 Kilometri çar goşe girtîne.
Rewangehê xuya kirîye, ewan hêzan dest bi ser hejmareke gundên Serê Kanîyê dagirtine û li rojavaya Girê Sipî ve bo Rojavaya Serê Kanîyê gehiştîne rêyan nêvdewletî M4 a Hesekeyê.
Ji Çarşembîya burî ve supayê Tirkiyê li asman û erdê bi hevkarîya girûp û mîlîşîyayên çekdar dest bi hêrişê kirine bo ser rojavaya Kurdistanê.
Rewangeh, behsa wê yekê jî kirîye, ku heya evro 112 endamên hêzên ewlekarîya HSDyê canê xwe ji dest dane û li beranber jî, 81 çekdarên mîlîşîyayan 8 serbazên Tirkiyê hatîne kuştin, lê Tirkiyê tenê dibêje 5 serbazên wê hatîne kûştin.