Bi vîdyo.. leşkerê Turkîyayê li Efrînê mijûlî van karane

Çalakvanên mafên mirov yên Kurd û Suryayê, bi rêya torên civakî ve çend vîdyoyeka karên leşkerê Turkîyayê li Efrînê belavkirîne û kenal RT ya Rûsyayî hûrkarîyê karn Turkîyayê li Efrînê aşkere dike.

K24- Hewlêr

Çalakvanên mafên mirov yên Kurd û Suryayê, bi rêya torên civakî ve çend vîdyoyeka karên leşkerê Turkîyayê li Efrînê belavkirîne û kenal RT ya Rûsyayî hûrkarîyê karn Turkîyayê li Efrînê aşkere dike.

Wek di vîdyoyan diderkeve, leşkerê Turkîyayê mijûlî duristkirina dîwara ewlehîyê, têkdana xanîyên hevwelatîyan, herifandina dezgehan, ji navbirina baxên zeytûnan, guhertina navên cihan û bi turikkirina xwîndingehane wek çalakvanên torên civakî behis dikin.

Li 8ê Nîsanê. 2019, leşkerê Turkyayê dest kirîye bi duristkirina dîwarekê cudakirinê û dikeve  gundê Cilbil bi dûrahîya  8 Km li başûra rojhilata navenda bajarê Efrînê.

Leşkerê Turkîyayê mal û xanîyên dehan hevwelatîyan û hijmareka demezraweyên xizmetguzarîyê, embarên avê, xwîndingeha gundî di herfînin û kavil dikin û bi hezaran dar vebirîne.

Nûçegihanê kenalê RT ragehand, leşkerê Turkîyayê piştî dagîrkirina Efrînê li Adara2019yê rê nedaye hevwelatîyan vegegrin ser gundên xwe û bi evê egerê jî gelek gund çolin.

Got jî eger dîwar temam bibe, Efrîn bi temamî ji Suryayê dê veqete.

Ew dîwar heya niha 2500 metir li gundê Cilbil, 400metir li gundê Mirîmîm û 300 metir li gundê Kîmarê kevnar temam bûye û bilindahîya wî Dîwarî 3 metre.

Ewê kenalê xuya kirîye, Supayê Turkîyayê demugrafîya Efrînê guhertîye û 75% xelkê wê veguhaztîye û xelkên din li şûna wan akincî kirine.

Herweha aşekera kirîye ku leşkweê Turkîyayê mulk û malên hevwelatîyan talankirine û di nav wan de jî destê xwe xistîye ser berhemê Zeytûnê yê xelkê devevê.

Kenala Rûsî xuya kirîye ku leşkerê Turkîyaê xelkî direvîne û digre û sîyaseta bi turikkirinê di xwîndingehan de sepandîye û navên gundan guhertine û ew dever li gel wîlayeta Hatay (Eskenderûne) girê daye û 200 bingehên serbazî muxberatî li sinûrê Efrînê vekirine.

Nûçegihana RT behsa wê yekê kirîye ku heya niha 350 hezar hevwelatî ji Efrîn aware derbider bûne. Hêj 50 hezar Kurd li wê deverêye û di rewşeke tiracîdî de vemane û rojane xelkên Kurd dihên revandin.