Seûdîye milîşîyayên ser bi Îranê li Suriyê burdûman dike

Firoke cengîyên Seûdîyeyê pêgehên girûpên çekdar yên nêzîk ji Îranê di axa Suriyê de burdûman kir. Rapprt amaje bi wê yekê dikin, ku ji encama wê burdûmanê hejmaereke kuştî û birîndaran hene cibexaneyek û sekoyeke arastekirina mûşekê jî kirîne armanc.

K24- Hewlêr

Rojnameya Îndîpêndit a Erebî,  ji devê çavkanîyekî ku nevîyaye navê wî aşkere nekirîye, belavkirîye, hejmareke firokeyên cengîyên Seûdîye hatîne dîtin ku pêgehên girûpên çekdarên nêzîk ji Îranê, li nav axa Suriyê  burdûman kirîne, wek amaje kirîye ku ew girûp ser bi feyleqa Quds a Supayê Pasdaran in.

Li gor wê raportê , pêgeha wê girûpa çekdara hatîye burdûman kirin li devera Elbokemal e, di nav axa Suriyê de, ku hevsinûre  li gel Îraqê.

Wek wê rojnameyê aşkera kirîye, di wê burdûmanê de, cibexane û sekoya arastekirina mûşek û firandina firokeyên bêfirokevan hatîne burdûmankirin, ku Seûdîye ragehandîye ku li wî cihî amadekarî hatîne kirin daku hêrişê bikin ser kompanîya ya Aramko ya petrolê.