Tirkiye dikare operasyoneke nû li Rojavayê Kurdistanê bike?

Pispor jî dibêjin egra pêkhatina operasyoneke nû nîn e lê Tirkiye wê karta operasyonê her di rojevê de bihêle.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavuşoglu rexne li Amerîka û Rûsyayê girtin û diyar kir, ew dikarin li bakurê Sûriyê operasyoneke nû bidin destpêkirin. Rûsyayê yekser bertek nîşanî daxuniyê da û ragihand vê daxuyanyê rê li ber şaş û metaliyê vekiriye. Pispor jî dibêjin egra pêkhatina operasyoneke nû nîn e lê Tirkiye wê karta operasyonê her di rojevê de bihêle.

Pêşî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan, bi şûn de jî Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand, Amerîka û Rûsyayê li gor wê rêkftina ku ji bo bakurê Sûriyê hatiye girêdan tevnegeriyane û ew dever neyên paqijkirin ew dikarin operasyoneke nû bidin destpêkirin. Li ser vê yekê, ji Rûsyayê jî li dij vê daxuyaniya Çavuşoglu reaksiyon hate nîşan da û Wezareta Bergiriyê ya Rûsyayê da zanîn, axaftina Çavuşoglu ya derbarê egera pêkanîna operasyoneke nû de rê li ber şaş û metaliyekê vekiriye. Wezaret dibêje; eger Tirkiyê li bakurê Sûriyê operasyoneke nû bide destpêkirin wê rewşa heyî hê xiraptir bibe.

Li gorî pîlotê şer berê yê Artêşa Tirkiyê Bahadir Altan, wê Tirkiye gefa operayonê her germ bihêle. Lê eger hewleke wisa bide destpêkirin vê carê wê ne tenê bi Amerîka û welatên Ewropayê re di heman demê de pêywendiya wê ya bi Rûsyayê re jî têk biçe.

Pîlotê şer berê yê Artêşa Tirkiyê Bahadir Altan ji K24ê re got: "Ji bo konsolîdeya siyasetê, Tirkiye wê gefa operasyonê her bixwe. Ji ber ku li gor Tirkiyê divê gefê de jê re nan heye. Lê ez bawer nakim operasyoneke mezin pêk were. Eger ligel reaksiyona Amerîka u Ewropayê Tirkiye operasyonê pêk bîne, wê vê carê, pêywendiya wê ya bi Rûsyayê re jî têk biçe. Ji xwe bi tenê mabû li cîhanê, vê carê ji binî ve wê bi tena serê xwe bimîne. Ji ber ku ji bilî Tirkiyê tû welatên cîhanê YPG wek terorîst bi nav nakin."

Li gor pisporê Rojhilata Navîn Mete Sohtaoglu jî Tirkiye wê Tirkiyê qonaxa dûyem ya operasyona li bakurê Sûriyê pêk bîne. Ne Amerîka û ne jî Rûsya nikar li ber bibe asteng.

Pisporê Rojhilata Navîn Mete Sohtaoglu dibêje: "Ji roja pêşî de diyarbû ku wê Tirkiye qonaxa dûyem ya operasyona li bakurê Sûriyê pêk bîne. Hemû amadekarî li gorî wê hatine çêkirin. Ne li siyaset û dîplomasiyê, dema em li qadê dinihêrin, dibînin ku hemû amadekarî ji bo operasyoneke nû hatine kirin. Tirkiye rast dibêje; ne Rûsya û ne jî Amerîkayê berpirsiyariyên xwe bi cih neanîne. Tirkiye jî diyar e ji bo ewlakariya xwe wê vê operasyonê pêk bîne. Rûsya jî wê bi serê zimanê xwe tenê dijberiya xwe ya i dij operasyonê nîşan bide, jê wêdetir naçe."

Li gorî Tirkiyê YPG hîna jî ji wan deverên ku di rêkeftina Amerîka û Rûsyayê de hatine destnîşan derneketiye. Tirkiye dibêje; heta sînorên Tirkiyê û ew sînorên ku ji bo devera ewle hatine destnîşakirin ji terorê neyê paqijkirin, ew ê nesekinin û operasyonê berdewam bikin. Li gor çavdêrên siyasî jî, dema Tirkiye operasyoneke nû bide destpêkirin li Rojava, mimkûn e vê carê pêywendiya wê ya bi Rûsyayê re jî xirab bibe û li beramberî gemaroyê hîn girantir rûbirû bimîne.