Berî niha Birîyar Şehîd Aso canê xwe ji dest da

Ûmêd Mehemed, rêvebrê nexweşxane ya Şar li Silêmanîyê, bi Kurdistan 24 re ragehand: Hinek berî niha Birîya Şehîd Aso Canê xwe ji dest da.

K24- Hewlêr

Ûmêd Mehemed, rêvebrê nexweşxane ya Şar li Silêmanîyê, bi Kurdistan 24 re ragehand: Hinek berî niha Birîya Şehîd Aso Canê xwe ji dest da.

Berê biryar, temen 8 salî, bi eger a  şehîdbûna bavê wî, ji encma hêrişeka Daişê li gundê Kuleco li Germîyan, şeple ya mejîyê lêda û hat şandin bo nexweşxaneyê. Hinek berî niha li nexweşxaneya Şar li Silêmanîyê canê xwe ji dest da.

Li gor axivtinên kesûkarên wî, biryar gelek hogirê bavê xwe bûye û li roja şehîdbûna bavê wî êdî xwarin nexwarîye û bawer jî nekirîye ku bavê wî di jîyanê de nemaye.

Birîyar kurê şehîd Aso Celal Mehemed Delo ye, ku li şeva 31/7/2019 ji encama hêrişeke çekdarên Daişê bo ser hêzên Pêşmerge û Asayîşê li Germîyan li nahyeya Kokis a devera Germîyan şehîd bû.