Girê Sipî .. Şer di navbera girûpên çekdarên û hoza Boxemîs derket

Şer di navbera girûpên çekdarên ser bi Tirkiyê ve û hoza Boxemîs li bakûrê rojhelatê Girê Sipî derket di encam de dû çekdar hatin kuştin û 4 sivîlan jî canê xwe ji dest dan

K24- Hewlêr

 Şer di navbera girûpên çekdarên ser bi Tirkiyê ve û hoza Boxemîs  li bakûrê rojhelatê  Girê Sipî derket di encam de  dû çekdar hatin kuştin û 4 sivîlan jî canê xwe ji dest dan.

 Mêdya ser bi Hêzên Suriya Demokrat (HSD)yê ve ragehandîye, girûpa Ehrar Elşerqîye ku ji alyê Tirkiyê ve tê piştevanîkirin, bi ser dukaneka welatîyên gundê Xirbet Riz dadan li bakura rojhelata Girê Sipî û daxwaza xazê ji xwedyê dukanê kirin, lê çunku li cem wî nebû ku bide wan, şer di navbera wan de derket. welatîyên gund li cihê şer kumbûn û nerzîbuna xwe derbarîn li beranber kiryarên girûpên çekdar û şer di navbera wan de derket.

Li gor HSDyê girûpên çekdar bi awayeka hovane xelkên gund gulebaran kirin, di encama wî şerî de 2 çekdarên girûpa Ehrar Elşerqîye hatin kuştin û 4 welatyên sivîl yên gundê Xirbet Riz canê xwe ji dest dan.

Li gor hatîye belavkirin, berî dûr rojan jî,  girûpên ser bi Tirkiyê ve  xanîyên welatîyên Kurdên ji ber şer revîyabûn, li gundê Kurmazat, li başura bajarê Girê Sipîyê li bakura Reqayê herifandin.