Yekem roja cejna Qurban

Mizgefta Siltan Ahmed a Stenbolê wek kevintirîn û mezintirîn mizgeftekê li Tirkiyê tê zanîn lê ji ber ku xelkê vî welatî cejna xwe li gund û bajaroka xwe derbas dikin zêdetirîn ji aliyê bi hezaran kesên ji welatên Afrîka û Rojhilata Navînê ve ku bo geşt û gerê hatine tê tijekirin. Piştî nimêjê jî xelkên ji welatên cuda li meydana mizgeftê li hev dicivin û cejna hevdu pîroz dikin.

K24-stenbol

Mizgefta Siltan Ahmed a Stenbolê bi hezaran kesên biyanî li hev dicivîne

Kesên çerm reşik, spî, kêmendam, pîr û zarokên li ser sîng û kêleka mezinê xwe tev di nav de bi hemahengiyek nimeja xwe ya Cejna Qûrbanê kirin.

Ev dîmenên rengîn û ciyawaz ji mizgefta Siltan Ahmed a Stenbolê ne. Berî banga mele hejmareke zêde misilman li gel kesûkarên xwe berê xwe dan mizgefta dîrokî da ku nimeja xwe ya Cejna Qûrbanê bikin.

Giştiyê kesên mizgeftê amade bûn xelkê ji welatên Efrîka û Rojhilata Navîn bûn.

Ebdilkerîm Îshaq-welatiyê Ganayî, got: Gelek xweş e cejn. Em gelek pê kêfxweş bûn. Em bo nimeja cejnê hatin Siltan Ehmedê maneviyata vir xweştir e. Xwedê me hemûyan efû bike. Hêvidar im em di van cejnan gelekî şad û bextewer bin.

Ûsame Ebdilkerîm-welatiyê Ganayî dibêje: Ez cejna seranserê misilmanên cîhanê pîroz dikim. Hêvîdar im em pir cejnên din bibinin.

Ji ber destpêkirina betlaneya havîn û cejnê gelek niştecîhên Stenbolî bajêr bi cih hiştin û berê xwe dan gund û bajarokên xwe loma li bajêr xelkê ji derveyî Tirkiyê pirtir balê dikêşînin.

Seyîd Mihammed-welatiyê Iraqî, dibêje: Cejna li vir xweş derbas dibe. Ez bi xwe xelkê Bexdaya Iraqê me. Ji welatên cuda gelek nefer li vir kom bûne ev hesteke gelek xweş e.

Ebdisamed Ebdilezîz-welatiyê Ganayî, got: Cejna hemû kesan pîroz dikim. Jiyaneke aştiyane bo hemû kesan hêvî dikim. Xwedê diaya me qebûl bike.

Piştî nimêjê xelk li hewş û derûdora meydana Siltan Ahmedê cejna hevdû pîroz kirin û piştre bo gerê berê xwe dan cîhên geştûguzarî.