Efrîn.. Grûpeke çekdar vîdyoya eşkenceya Kurdekî Efrînê belav dikin

Grûpeke çekdar vîdyoya eşkencedana welatiyekî Kurd ê Efrînê belav dikin û ji wî dixwazin nameyekê ji malbata xwe re bişîne da ku pereyan dabîn bikin û bidin wê grûpê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpeke çekdar vîdyoya eşkencedana welatiyekî Kurd ê Efrînê belav dike û zorê li wî dike ku nameyekê ji malbata xwe re bişîne da ku pereyan dabîn bikin û bidin wê grûpê.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpeke çekdar ya nenas roja 13ê vê mehê 3 welatiyên Efrînê Şerefedîn Sîdo, Reşîd Hemîd Xelîl û kurê wî yê 9 salî Mihemed Xelîl dema ji Cindirêsê diçûn Ezazê revandibûn û ji wê demê ve jî rastî eşkenceyên hovane tên û li hember berdana wan daxwaza 100 hezar Dolar ji malbatên wan dikin.   

Duhî jî girtevîdyoyek kete destê çalakvanên Efrînê, tê de Şerefedîn Sîdo çavgirtî derdikeve û li ser çav û gewdê wî xwîn û şûna eşkence û lêdanê diyar dibe û çekdar zorê li wî dike ku peyamekê arasteyî malbata xwe dike û daxwaza pereyan bike.

Şerefedîn Sîdo di vîdyoyê de daxwaz ji malbata xwe dike ku hemû mal û milkên wî bifiroşin û wî azad bikin, yan jî çarenivîsa wî kuştin e.

Şerefedîn Sîdo di girtevîdyoyê de dibêje, ew bi sibê, nîvro û bi êvarê tên eşkencekirin û nan û xwarin jî ji wan re nîne û tenê avê vedixwin, heger pere neyin dabînkirin, ewê rojane wiha bên eşkencedan.

Ji aliyekî din ve, heman rêxistinê belav kir, welatiyê ji gundê Xelîlako yê navçeya Bilbilê Mihemed Îbrahîm piştî ku gelek caran ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve hatibû revandin û rastî eşkenceya tund hatibû û bi taybet ku li serê wî dabûn, roja 16ê vê mehê li nexweşxaneyeke Stenbolê canê xwe jidest da.

Ji dema dagîrkirina Efrînê di 18ê Adara 2018an de ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, tenê ji bo standina pereyan bi hezaran welatiyên Kurd tên revandin û eşkencedan.

Ev bû çendîn car jî girtî rastî eşkenceyên tund û hovane tên û ew grûpên çekdar vîdyoyên eşkenceyê ji malbatên wan re dişînin û daxwaza pereyan dikin.  

 

 

S. B