Birîtanîya hoşdarîyê dide welatîyên xwe li Îraqê
K24- Hewlêr
Ji tirsa hêrişên teroristî û revandina wan, hikumeta Birîtanîyayê, welatîyên xwe agahdar dike ku serdana Îraqê nekin.
Wezareta Derveya Birîtanîyayê di beyannameyekê de, daxwaz ji welatîyên xwe dike, bi ti awyekê serdana naverast û başûrê Îraqê nekin ji tirsa hêrişên teroristî û revandina wan.
Her di wê ragehandina Wezareta Derveya Birîtanîyayê de hatîye: Çinku rewşa ewlehîya Îraqê cêgir nîye, pêwîste bi hişyarî ve serederî li gel bihêt kirin, nemaze jî di vî demî de, ku cejine û bihin vedan heye, egerên hêrişkirinê zêdetir dibin.