Serokê Herêma Kurdistanê serxweşiyê li malbata hunermend Enwer Şêxanî kir

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li peyamek da ji bo koça dawî ya hunermend Enwer Şêxanî, serxweşiyê li malbata rêzdar û hunermendên Kurdistanê kir.

K24- Hewlêr

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li peyamek da ji bo koça dawî ya hunermend Enwer Şêxanî, serxweşiyê li malbata rêzdar û hunermendên Kurdistanê kir.

eve jî naveroka wê ye:

 

Pirse û serxweşiyê pêşkêşî malbata birêzê mamosta hunermend Enwer Şêxanî û kesukar û dost û rêheval û tevahiya hunermendên Kurdistanê dikim, hevderd û hevxema wanim. Xwedayê mezin sebir û hedarê bide hemûyan û xwedê jêrazî bi bihûşta xwe şad bike.

Mamosta Enwer Şêxanî ku navekî diyarê hunera Kurdiye, xizmetekî mezin bi hunera Kurdî kir û hemû temenê xwe bi hunerê bexşî, bi kar û xizmet û berhemên xwe yên hunerî, herdem bi xêr û bi zîndiyî li bîra me de dimîne.

 

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
23/09/2019