Pasdaran: Emerîka bi gurzekê, wek tawerên bazirganî diherife

Husên Selam, fermandeyê Supayê Pasdarên Îranê, ragehand, Tehran cengeke saloxavnîyê (istxbaratîyê) li dijî dijminan û Emerîkayê dest pê dike.

K24- Hewlêr

Husên Selam, fermandeyê Supayê Pasdarên Îranê, ragehand, Tehran cengeke saloxavnîyê (istxbaratîyê) li dijî dijminan û Emerîkayê dest pê dike.

Husên Selamî ragehand jî,  ew ceng têkele ji cengê revanî, hilemetên elikttonî, şerê serbazî, dîplomasî, tirs û sehmê.

Fermandeyê supayê pasdaran, Emerîkayê wek her dû tawerên bazirganîyên Nîyoyorkê dihîne berçav  ku li sal 2001 di hêrşeka terorî de heriftin û dibêje: Emerîka bi gurzekêwek wan dû taweran diherife.

Amaje bi wê yekê jî kir, Emerîkayî hevrûşî bazneka fireha metirsîyê dibin lê ew bi xwe hest pê nakin.

Jêderek ji rêveberîya Emerîkayê ragehand, Koçka Sipî, li benda encamdana peywendîyekê ne li gel berpirsên Îranê daku danûstandinê rasterast encam bidin, heya nihqa jî berpirsên Tehranê ti peywendî nekirine.

Berê jî Donald Tiramp serokê Emerîkayê ragehandibû, piştî sepandina sizayan Îran hilwîsta xwe diguhere û naçar dibe daxwaza danûstandinan bike.

Di evê çarçoveyê de heftîya bûrî Hîşmetûllah Felahet Pîşe, serokê Komîteya asayîşa Neteweyî di Civata Şûra ya Komara Îslamîya Îranê, di Tiwîtekê de daxwaza danûstandinê kiribû li gel Emerîka û ragehandibû alyê sêyem heye ku lezê dile li duristbûna şer.