Kelheyeke çaxê Orartoyan li Sîdekan hat vedîtin

Gerîyan li dûv vedîtina şûnwarên şaristanîyeta Oraratoyan, ku paytexta wan Mesasîr bûye berdwam e. pisporên şûnwarnasên bîyanî, li devera Biradost, kelheyeke çaxê Orartoyan vedîtin, ev jî bersiva çend şûnwarnasên cîhanî dide ku çendîn sal in vekolînan li ser dikin.

K24- Soran

Dîwara kelheyê panîya wê 2Me. Maykil Dantî, şûnwarnas e ji Emerêkayê ve hatîye û bi hûrî kar li ser paşmayê wê dîwara dîrokî dike ku dikeve gundê Micêser li Sîdekan. Nîşaneyên wê xuyaye ku Kelehe bûye. Panîya wê nêzîkî 9 Metir e û dirêjahîya wê 20 Metire.

Li gor çavkanîyên dîrokî li şaristanîyeta Orarto, hemû yek netewe bûne û bi yek ziman axivtîne û wek netewe jî Kurd bûne. Mezinde jî dihêt kirin ku navê gundê Micêser jî  ji Mesasîr hatibe.

 Di belgehên dîrokî de rûnişvanên Orarto her ew in yên ku di dîroka Mîzopotamîyayê navên wan dihê û rûnişvanên Subarto- Kurdistana Kevin) bûn e. Mosasîr navê yek ji herêmên dewleta Orarto ye, paytexta wê herêmê jî her digotinê Mosasîr û rûnişvanên resenên Zagros in.