Imamoglu: Ez Projeya Komara Ataturk im!

Namzedê Hevpeymaniya Millet ê Şaredariya Stenbolê Ekrem Imamoglu, di xwepêşandanek cemawerî li Stenbolê diyarkir, ku : “Ez Projeya Komara Ataturk im”

K24 – Navenda Nûçeyan

Namzedê Hevpeymaniya Millet ê Şaredariya Stenbolê Ekrem Imamoglu, di xwepêşandanek cemawerî li Stenbolê diyarkir, ku : “Ez Projeya Komara Ataturk im”.

Imamoglu di axaftina xwe de anî ziman: “Hin kes dibêjin: Imamoglu projeyek e! Erê – Ez projeyek im. Projeya Komara Ataurk im. Bi Serbilindî ve ez vê yekê dibêjim”.

Di xwepêşandana xwe ya li devera bagcilar a Stenbolê Imamoglu herweha daxwaza dengên tevayya Stenboliyan ki5r û diyarkir, ku ew dê xizmetê bigihîne tevayiya beşên civatê û bi yek helwêstî dê xwe nêzîkî xelkê Stenbolê bike.

 

 

C.B