Israîl: Emê êrîşî pêgehên Îranî li Sûryê bikin

Netanyahu: Min ji Rûsya re tekez kiriye, tevî ku Mosko dixwaze mûşekên S-300 radestî Hikûmeta Sûryê bike, lê emê êrîşên xwe li dijî pêgehên Hizbullaha Lubnanî û mîlîşyayên Îranê li Sûryê berdewam bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu ragihand, tevî hebûna sîstema mûşekî S-300 li Sûryê, lê ewê êrîşên xwe li dijî bingehên Îranê li wî welatî berdewam bikin.

Benjamin Netanyahu diyar kir, ku wî ji Cîgirê Serokwezîrê Rûsya re ragihandiye, Israîl wê berdewam be li ser parastina ewlehya xwe û qet nahêle Îran û Hizbullaha Lubnanî pêgehên xwe li Sûryê xurt bikin.

Netanyahu got jî: Min ji Rûsya re tekez kiriye, tevî ku Mosko dixwaze mûşekên S-300 radestî Hikûmeta Sûryê bike, lê emê êrîşên xwe li dijî pêgehên Hizbullaha Lubnanî û mîlîşyayên Îranê li Sûryê berdewam bikin.

N.O