Riwangeha Suriyê: Hepeymanên Nêvdewletî nêzîkî 200 barhelgir ji pêdawîstîyan gihandin rojelata Firatê

Riwangeha Suriyê bo Mafên Mirovan ragehand: Hevpeymanên Nêvdewletî li dijî Daişê, nêzîkî 200 barhelgir ji pêdawîstî, çek û hevkarîyên locistî gehandin deverên jêr desthilata Hêzên Suriya ya Demokrat (HSD).

K24- Hewlêr

Li gor amara Riwangeha Suriya, heya niha 2300 barhelgir keriste, pêdawîstîyên locistî û serbazî bi 23 karwanan gehiştîe deverên jêr desthilata HSDyê li rojahelata Firatê.

Şandina van alîkarî û hevkarîyên serbazî bo hêzên HSDyê di demekê de ye Tirkiyê û Emerîka li ser pêkanîna devera aram rêkkevtine.