HSDê li Serê Kaniyê şaneyeke ser bi Tirkiyê ve desteser kir

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Serê Kaniyên şaneyeke ser bi artêşa Tirkiyê ve desteser kir û 5 çekdar jî kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Serê Kaniyên şaneyeke ser bi artêşa Tirkiyê ve desteser kir û 5 çekdar jî kuştin.

Jêderekî ji HSDê ji peyamnêrê K24ê re ragihand, şervanên HSDê nêzîkî 15 kes ji şaneyeke ser bi artêşa Tirkiyê ve li Serê Kaniyê desteser kirin, ku hewl didan aloziyê li nava bajar derbixin.

Herwiha da zanîn jî, 5 çekdar jî dema hewl didan ji aliyê Tirkiyê ve derbasî nava Serê Kaniya bibana, ji aliyê şervanên HSDê ve hatin kuştin.

Diyar kir jî, artêşa Tirkiyê derdora gundên Serê Kaniyê hewl dide derbasî bajar bibe, lê HSDê rê li ber wan girt û niha şer û pevçûn derketiye.

 

S. B