Serok Barzanî: Îsmaîl Beşikçî dostekî mezin ê Kurd e

Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya dostê Kurd û civaknas û zanayê navdarê Tirk, Dr. Îsmaîl Beşikçî û şanda pê re kir ku ji Endamên Weqfa Beşîkçî li Herêma Kurdistanê pêk hatibûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya dostê Kurd û civaknas û zanayê navdarê Tirk, Dr. Îsmaîl Beşikçî û şanda pê re kir ku ji Endamên Weqfa Beşîkçî li Herêma Kurdistanê pêk hatibûn.

Di hevdîtinê de Serok Barzanî spasî helwesta Îsmaîl Beşikçî ya li ser doza rewaya gelê Kurdistanê kir û pêzanînên xwe ji bo bîr û ramana û çalakiyên wî yên ji bo piştevanîkirina daxwaz û mafên xelkê Kurdistanê kir û bi dostekî mezin ê gelê Kurd binav kir. Her wiha ji bilî pirsiyarkirina rewşa tendirustiyê hêviya selametî û temendirêjiyê ji bo wî xwest.

Di beşeke din a vê hevdîtinê de Îsmaîl Beşikçî bîr û nêrîna xwe ya di derbarê rewşa niha ya navçeyê û gef û metirsiyên li pêş gelê Kurdistanê bi Serok Barzanî ragihand û daxwaz jî kir serkirdayetiya siyasî ya Kurd bi hûrî û hişyariyê ve muamele bi pêşhatan re bikin.

Her di vê hevdîtinê de şîrovekirinek di derbarê bername û kar û çalakiyên Weqfa Beşikçî ya li Herêma Kurdistanê ji bo Serok Barzanî hat pêşkêşkirin.

 

S. B