Agir bi komgeheke kelûpelên navmalan li Hewlêr ket
K24 – Navenda Nûçeyan
Agir bi komgeheke kelûpelên navmalî û avahîsaziyê li bajarê Hewlêrê ket û tîmên agirkujê hewla kontrolkirina agir didin.
Peyamnêrê K24ê li cihê agir da zanîn, ti kesek di nava wê komgehê de nemaye û tîmên agirkujê hewl didin agir kontrol bikin û kelûpelên neşewitîne biparêzin.
Peyvdarê Bergîriya Şaristanî ya Hewlêrê Bêwar Zeydî ji K24ê re got: Hemû cureyên kelûpelan di komgehê de heye û ta niha sedema vêketina agir nehatiye zanîn.
.