IHD: Binpêkirin ji daneyên ku tên ragihandin zêdetir in

Komeleya Mafên Mirovan (İHD) ya Wanê, rapora binpêkirinên 9 mehan ragihand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Komeleya Mafên Mirovan (İHD) ya Wanê, rapora binpêkirinên 9 mehan ragihand.

Di rapora IHDê de hat daxuyandin, binpêkirin ji daneyên ku tên ragihandin gelek zêdetir in, lê daneyên ku tên ragihandin ji serîlêdanên welatiyan û bûyerên ku di medyayê de hatine weşandin pêk tên.

Serokê ÎHD ya Wanê Murat Melet bal kişand, rewşa awarte hatibe rakirin jî kiryar wek rewşa awarte li heremê berdewam dike û destûr nayê dayîn ku daxuyanî û xwepêşandanên demokratîk bên kirin.

Murat Melet amaje bi wê yekê kir, şer û pevçûn berdewam dikin û ji aborî heta jiyana civakî dibe sedema têkçûnan.

Di raporê de hat ragihandin, di 9 mehên 2018'an de, 8 hezar û 459 bûyerên binpêkirina mafên mirovan tenê li Wanê rûdane û kuştin, girtin, êşkence û zextên civakî berdewam dikin.

Daxwaz hat kirin jî, şer û alozî rawestin û pirsa Kurdî di serî de, hemû pirsgirêk bi rêyên diyalog û danûstandinê bên çareser kirin.

 

S. B