Partî û alîyên mixalîf bertek nîşanî qeyûman didin

Li Tirkîye û bakur karvedanên jikardûrxistina 3 hevşaredarên HDP û li cîhê wan destnîşankirina qeyûman berdewam dikin. AKP, MHP, BBP û Partîya Vatanê piştgirî didin destdanîn a şaredarîyan, lê belê CHP, Partîya Saadet, Huda-Par û gelek kom, tevger û partîyên çepgir û demokrat jî, li dijî qeyûman derdikevin û wek derbeyeke sîyasî pênase dikin

K24- Enqere

Li Tirkîye û bakur karvedanên jikardûrxistina 3 hevşaredarên HDP û li cîhê wan destnîşankirina qeyûman berdewam dikin. AKP, MHP, BBP û Partîya Vatanê piştgirî didin destdanîn a şaredarîyan, lê belê CHP, Partîya Saadet, Huda-Par û gelek kom, tevger û partîyên çepgir û demokrat jî, li dijî qeyûman derdikevin û wek derbeyeke sîyasî pênase dikin. Cîgirê Serokê CHPê Yildirim Kaya ji Kurdistn24 re axivî û got, li Tirkîyê rewşa awarte OHAL hîn jî berdewam dike û polîtîkaya destnîşankirina qeyûman pirsgirêka Kurd kûrtir dike. Her wiha Parlamenterê berê yê AK Partîyê Ahmet Faruk Unsal jî dibêje, dewlet amadeiyan dike, ku sîyaseta Kurd ji zemîna legal dûr bixe.

Rojeva sereke ya Tirkîyeyê jikardûrxistina 3 hevşaredarên HDP û li dewsa wan danîna qeyûman e. Li Tirkîyeyê hema hema hemû partî, alî û sazîyên mixalîf bertek nîşanî destdanîna qeyûman dan û vê yekê wek derbeyeke sîyasî bo demokrasîya Tirkîyeyê dîtin. Berdevke CHPya partîya mixalefeta sereke piştî,civîna Lijneya Rêveberîya Navendî ku 4 saetan ajot derket pêşberî çapemenîyê û bes li ser qeyûman daxuyanî da.

Li gorî Cîgir Serokê Giştî yê CHPê û Parlamenterê Enqereyê Yildirim Kaya, ev operasyon bes li dijî şaredarîyên HDPê û Kurdan nehatîye kirin ev operasyon li dijî demokrasî û hiqûqa Tirkîyeyê hatîye kirin û ew wek CHP bi tundî li dijî polîtîkayên qeyûman in.

Yildirim Kaya-Cîgir Serokê CHPê, got:"Bi rastî li Tirkîyeyê rewşa awarte OHAL hêj berdewam dike. Pêdivîya Tirkîyeyê bi demokrasî û aştîyê heye. Helwesta CHPê ya li dijî qeyûman helwesteke zelal e. Em vê operasyonê bes midaleyeke li dijî şaredarîyên HDPê nabînin, em vê yekê wek midaxeleyeke li dijî demokrasîya Tirkîyeyê dibînin. Heta meseleya Kurd li Tirkîyeyê neyê çareserkirin, demokrasî jî nayê Tirkîyeyê. Kiryarîyên wiha pirsgirêkan kûrtir dike."

Parlamenterê berê yê Ak Partîyê Ahmet Faruk Unsalê k udi hilbijartinên dawî yên herêmî da ji Partîya Saadetê bûbû namzedê şaredarîya Semsûrê, destdanîna ser şaredarîyên HDPê wek amadehîya dewletê ya îllegalîzekirina sîyaseta Kurdî dibîne û dibêje dibe k udi rojên bê da Dadgeha Makezagonê biryarên balkêş bide û bo sîyaseta Kurdan zemîna legal nemîne.

Ahmet Faruk Unsal-Parlamenterê berê yê Ak Partîyê, dibêje:"Ev êrîş bes li dijî HDP'yîyan na, li dijî hemû kes û alîyên ji xeynî AKP, MHP û Partîya Vatanê hatîye kirin. Jixwe berîya hilbijartinan Serokkomar û Wezîrê Navxweyî gefê li HDP'yîyan dixwarin. Ji loma jî ev yek bo me nebû surprîz. Bi rastî ez li benda hin tiştên din im jî. Dibe ku Dadgeha Makezagonê hewl bide sîyaseta Kurdî ji zemîna legal dûr bixe. Geşedanên bi vî rengî çêbibin divê em zêde neheyirin. Her wiha dibe ku sibê dusibê li şaredarîyên CHPê jî heman kiryarî bên kirin."

Li Tirkîyeyê partîya desthilatdar Ak Partî û şîrikên wî yên Tifaqa Cumhûrê MHP û BBP û her wiha DSP û Partîya Vatanê piştgirî dan destdanîna ser 3 şaredarîyên bakurê Kurdistanê, lê belê ji derveyî HDP, Partîyên Kurdistanî û CHPê partî û tevgerên demokrat û çepgir yên wek ODP, EMEP, TÎB, ESP û partîyên Saadet, Huda-Parê jî li dijî qeyûman derketin.