Şam: Tirkiye hêzên xwe vekişîne, emê pêwendiyan asayî dikin

Wezîrê Derve yê Sûriyê radigihîne, heger Tirkiye hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne, ew amade ne pêwendiyên xwe bi Enqerê re asayî bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Sûriyê radigihîne, heger Tirkiye hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne, ew amade ne pêwendiyên xwe bi Enqerê re asayî bikin.

Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Muelim di hevpeyvînekê ligel kenala “Almeyadeen” de ragihand, ew naxwazin bi bijardeya leşkerî rûbirûyî Tirkiyê bibin, lê ew helwesta Tirkiyê ya derdarê operasyona artêşa Sûriyê li ser Idlibê red dikin.

Muelim daxuyaniyên Tirkiyê yên derbarê êrîşa ser xalên wê yên çavdêriyê li Idlibê red kir û got, wan êrîşî ti aliyekî nekiriye û armanca wan ew e, xaka Sûriyê bi tevahî rizgar bikin.

Di çend rojên bûrî de, Wezareta bergîriyê ya Tirkiyeyê ragihandibû, ji herêma di bin kontrola hêzên hikûmeta Sûriyê de, bi topên Hawinê êrîşî li ser xalên çavderiyê yên Tirkiyê hejmar 9 û 10 hatin kirin, di encamê de jî 3 leşker birîndar bûbûn.

Wezîrê Derve yê Sûriyê tekez kir jî, heger Tirkiyê piştevaniya xwe ji grûpên terorist re rawestîne û tevahiya hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne, wê demê ewê pêwendiyê xwe bi Enqerê re asayî bikin û got: “Ev ne mercek e, lê Tirkiye niha hêzeke dagîrker e.”

 

S. B