Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistana Sûriyê şehîd Hozan bibîr tîne

Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistana Sûriyê bi salvegera Şehîdê rojnamevan Hozan Abûzêd daxuyaniyek belav kir û daxwaz ji rêxistinên berevaniyê di ber mafên rojnamevanan dikin bi rola xwe rabin û kujerên şehîd Hozan diyar bikin û bidin dadgehê.

K24 – Hewlêr

Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistana Sûriyê bi salvegera Şehîdê rojnamevan Hozan Abûzêd daxuyaniyek belav kir û daxwaz ji rêxistinên berevaniyê di ber mafên rojnamevanan dikin bi rola xwe rabin û kujerên şehîd Hozan diyar bikin û bidin dadgehê.

Encûmena Sendikeya Rojnamevanên Kurdistana Sûriyê îro 19 Mijdarê bi daxuyaniyekê salvegera şehîd Hozan Abûzêd bibîr anî û ragihand, “ Şehîdê rojnamevan Hozan roja 19.11.2012an di dema bûyêrên li Serê Kaniyê bi kamîreya xwe belge dikir, bi guleya çekdarên PYD şehîd bûbû.”

Di daxuyaniya Sendîkeyê de hat, “Şehîd Hozan yê ku ji destpêka şoreşa Sûriyê de tevlî nava rêfên wê bûbû,  ew netenê medyakarê tekane ye ku hatiye kuştin, lê heya niha salane hevalên wî yên medyakar ji aliyê rêjîm û rêxistinên terorist ve tên armanckirin.”

Daxuyaniyê hat jî, kuştina rojnamevanan û ew di karê xwe de, tawanekî kirêt e, ji ber ku rojnamevan ne aliyek e di krîz û nakokiyan de. Ji berê wê tê xwastin ku rojnamegerî û rojnamevan bêne parastin.

Herwiha Sendikeya Rojnamevanên Kurdistana Sûriyê daxwaz ji rêxistinên berevaniyê di ber mafên rojnamevanan dikin bi rola xwe rabin û kujerên şehîd Hozan diyar bikin û bidin dadgehê.

Şehîd Hozan di sala 1993 li Qamişlo jidayik bû. Ji destpêka şoreşa Sûriyê de wek çalakvanekî medyayî kar kir, di hemû xwepêşandanên Qamişlo de beşdar bû, ku bi navê “Qaşoşê Qamişlo” dihat naskirin. Di 19 Mijdara 2012an de dema bûyerên Serê Kaniyê bi kamêreya xwe belge dikir, hat şehîdkirin.


S. B