Yekîtiya Ewropa: Pileya demokrasiyê li Tirkiyê sifir e

Parlamena Yekîtiya Ewropa û Reportora Tirkiyê ya Hollandî Katî Pîrî ji dûrxistina şaredarên HDPê yên Diyarbekir, Mêrdîn û Wanê dilgiran e

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlamena Yekîtiya Ewropa û Reportora Tirkiyê ya Hollandî Katî Pîrî got: Tirkiye di asta demokrasiyê de, di pileya sifirê de ye.

Katî Pîrî ku Endama Komisyona Karên Derve ya Yekîtiya Ewropa ye bi daxûyaniyekê, jikardûrxistina şaredarên bajarên Diyarbekir, Wan û Merdîn yên Bakurê Kurdistanê, şermezar kir

Parlamentera Yekîtiya Ewropa Katî Pîrî got: Di ser hilbijartinan re 5 heyv derbaz bûne, serokên şaredariyên Diyarbekir, Wan û Merdinê ji karê wan hatin dûrxistin. Tirkiye di asta demokrasiyê de, di pileya sifirê de ye.

Amaje bi wê yekê jî kir, ev Helwesta Hikûmeta Tirkiyê, dîyar dike ku li hemberî Îradeya gel ya dengdanê,  çi rêzek nîne.

Katî Pîrî pirsa wê yekê jî: Gelo di sira jikardûrxistina şaredaran de, yên Enqere û Stenbol jî hene?

Duhî bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bi bihaneya bangeşeya bo terorê, şerdarên HDPê yên Bajarê Mezin ê Diyarbekirê Adnan Selçuk Mizraklî, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Hevşaredara Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan ji kar hatin dûrxistin.

Navenda Giştî ya HDPê di wê derbarê de ragihand, biryara hikûmeta Tirkiyê darbeyeke nû û siyasî ye. Di heman demê de helwesteke dijminane li dijî îradeya siyasî ya gelê Kurd e.

 

S. B