Efrîn.. Çekdarek bi guleyê kalemêrekî 80 salî birîndar dike

Li navçeya Mabeta ya Efrînê kurê çekdarekî Cebhe El-Şamiyê kalemêrekî Kurd ê 80 salî gulebaran dike û bi giranî birîndar dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Efrînê zulm, zor, girtin û revandina welatiyên Kurd ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve bênavber berdewam e. Li navçeya Mabeta ya Efrînê kurê çekdarekî Cebhe El-Şamiyê kalemêrekî Kurd ê 80 salî gulebaran dike û bi giranî birîndar dike.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, li navçeya Mabeta dema kalemêrê 80 salî Elî Qelender miyên xwe li nava zeviyê xwe diçêrand, Kurê çekdarekî ji grûpa Cebhe El-Şamiyê guleyek avête Elî Qelender û ew bi giranî birîndar kir.

Wê rêxistinê da zanîn, gule li piştî wî kalemêrê 80 salî ket û ji ber giraniya birînên wî, nexweşxaneyên Efrînê nekarîn rewşa wî çareser bikin, loma ew ji bo nexweşxaneyeke Tirkiyê hate veguhastin.

Ji aliyekî din ve, hema rêxistina Mafên Mirovan belav kir, li gundê Dîkmedaşê grûpeke ser bi Cebhe El-Şamiyê ya bi fermandariya Mehmûd El-Xêr roja 8ê vê mehê du welatiyên Kurd Xelîl Enwer Hesen û Qenber Ehmed Mihemed revandin û ta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

Amaje bi wê jî kir, koçberên li gundê Dîkmedaşê grûpek ji xortan çê kirine û diziyê ji malên gundiyan dikin û darên zeytûnan dibirin û berî çend rojan koçberekî jî bombeyeke dengî li nava gund teqand, ta ku tirsê bixe nava gundiyan.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên alîgirên Tirkiyê di 18ê Adara 2018an de, tawanên grûpên çekdar bi serê welatiyên Kurd ve bi awayekî rojane tên kirin.

Li gor çalakvanên Efrînê ji K24ê re dibêjin, armanca artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve ew e, rewşeke gelekî xirap û metirsîdar dirust bikin, da ku welatiyên Efrînê ji xaka xwe koçber bibin û prosey guhartina demokgrafî bibin serî û nasnameya Kurdîbûna Efrînê biguhêrin.

 

Her du welatiyên gundê Dîkmedaşê yên ji aliyê çekdaran ve hatine revandin - Xelîl Enwer Hesen û Qenber Ehmed Mihemed
Her du welatiyên gundê Dîkmedaşê yên ji aliyê çekdaran ve hatine revandin - Xelîl Enwer Hesen û Qenber Ehmed Mihemed

 

S. B