Çavên bi hezaran girtîyan li paketa Reforma Darazê ye

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê yek ji mijarên rojeva gerim Paketa Reforma Darazê ye. Paketa ku derbarê azadiya fikir û ramînî, sizayên giran, tawanên terorî û tawanên rêxistinî de sererastkirinên nû dihewîne ji bo ku bibe yasa di meha cotmehê de ji bo Parlementoyê tê rêkirin. Li gorî nirxandina mafnasan, ev reforma dazarê ji bo demokrasî û parastina mafên mirovan gavekî girîng e.

K24-Amed

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê yek ji mijarên rojeva gerim Paketa Reforma Darazê ye. Paketa ku derbarê azadiya fikir û ramînî, sizayên giran, tawanên terorî û tawanên rêxistinî de sererastkirinên nû dihewîne ji bo ku bibe yasa di meha cotmehê de ji bo Parlementoyê tê rêkirin. Li gorî nirxandina mafnasan, ev reforma dazarê ji bo demokrasî û parastina mafên mirovan gavekî girîng e.

Li gorî daxuyaniyên Serokê Koma AK Partiyê Nacî Bostanci, hejmara zindaniyan gehiştiye 300 hezar kesî. Ev demeke dirêj e Wezareta Dadê Ya Tirkiyeyê li ser paketa reforma darazê dixebite. Tê çaverêkirin ku bi vê paketa reformê hin xalên yasayî ji nû ve werin sererastkirin û 30 hezar girtî jê sûdê werbigrin. Gursel Ekmen Mîroglu mafnas e. Li gorî nirxandina Mîrogluyê, ev reform ne lêborîne giştî ye lê belê bi sererastkirina hin xalan dê bi hezaran zindanî derkevin.

Gursel Ekmen Mîroglu, mafnas, got:"Gelek kes ji hinceta ku "guman heye bireve" tên zindankirin. Lê tu mafê dadgehê tune ye ku tu kesê ji ber vê gumanê bigire, ew karê hêzên ewlehiyê ye ev karê wan e. Pêwîst e bi vê paketa reforma darazê re heta ku tundî nebe tu kes ji ber fikir û ramanên rastî tu lêpirsînan neyê."

Li gorî ragihandina mafnasan gelek kes ji ber aşkerekirina fikir û ramanên xwe hatine zindankirin.  Di paketa nû de di vê mijarê de jî hin gûherîn dê werin kirin. Her dîsa mafnas amaje dikin ku bi paketa reformê, heger kesek bi 5 salan hatibe sizadan û sizayê wî teqez jî be dikare careke din ji bo temîzê serî li Dadgeha Bilin bide. Li gorî ragihandina Wezarî Dadê yê Tirkiyeyê Abdulhamît Gûl, di paketa reforma darazê de derbarê sizayên asliye, sizanên giran, yên terorê de jî hin xebat hatine kirin. Li gorî nirxandina mafnas Mesûd Beştaş, paketa reforma darazê pirsgirêkên civakê çareser nake, tenê dê destê dozger û dadweran hinekê rihet bike.

Mesûd Beştaş, , mafnas, got:"Li gorî pakete, tê gotin ku heger ji bo kesekî sizayê herî kêm 5 sal be û ger ew kes hatibe azadkirin jî dikare serî li dadgeha temîzê bide lê geher 4,5 an 5 sal siza bixwe nikare biçî Dadgeha Blind. Nêrîna hiqûqê di vê tiştê de tune ye. Li gorî fikra min bi vê paketê dê ne fikir û raman azad bibe û ne jî kesên ku bêguneh hatine girtin rihet nabin."

Paketa reforma darazê ji aliyê Hikûmeta AK Partiyê ve hat amadekirin.  Aliyên hikûmeta radigihînin ku dixwazin derbarê pakete de ji bilî HDP'ê nêrîna partiyên opûzîsyonê jî bigirin û li gorî pêşniyazan ger pêwîst bike hin xal werin gûhertin. Parlementoya Tirkiyeyê di 1'ê Cotmehê de vedibe. Hikûmet dixwaze ku ji beriya vekirina parlemenyoyê bi partiyên opûzîsyonê re li ser paketê li hev bikin da ku di parlementoyê de zû were pesendkirin û deriye girtîgehan ji bo bi hezaran kes vebe.