Ger a Heştemîn a Rûsya – Tirkiye li devera Dirbêsiyê pêkhat

Rûsya û Tirkiye 8emîn gera çavdêriyê li rojavayê Kurdistanê birêve birin

K24 – Navenda Nûçeyan

Rûsya û Tirkiye 8emîn gera çavdêriyê li rojavayê Kurdistanê birêve birin.

Nûçegîhanê Kurdistan24 ragihand, ku serê sibeha îro, Hêzên Rûsî û Tirkî gerek çavdêriyê li bajarê Dirbêsiyê pêkanînin. Ger a wan ji gundê Eradî, ku 17 kîlometreyan li rojavayê Dirbêsiyê dikeve, destpêkir.

Got jî, ger a Tirkî-Rûsî ber bi rojavayê Dirbêsiyê ve çû û gundên Aliya, Torat û Tirbe  li xwe girt.

Herweha 2 helîkopter jî, li esmanê navçeyê digeriyan, ku çavdêriya birêveçûn a gerên Rûsya- Tirkiye dikirin.

Carek din, ew ger rastî nerazîbûna xelkê hat û otomobîlên serbazî yên Tirkiyê, kevirbaran kirin.

 

 

 

C.B