Çavdêrên siyasî: Divê Kurd li gor berjewediyên xwe siyasetekê ava bikin

Çavdêrên siyasî yên Kurd ku li Tirkiyê ne dibêjin; Serokê Hikûmeta Nû yê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî xwedî wê hêzê û qabîliyetê ye ku karibe bi Tirkiyê re di warê siyasî, aborî, çandî û civakî de pêwendiyeke xurt ava bike.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Piştî damezirîna kabîneya nû ya Hikûmeta Hêrêma Kurdistanê, çavdêrên siyasî yên Kurd ku li Tirkiyê ne dibêjin; Serokê Hikûmeta Nû yê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî xwedî wê hêzê û qabîliyetê ye ku karibe bi Tirkiyê re di warê siyasî, aborî, çandî û civakî de pêwendiyeke xurt ava bike; li ser hîmê stratejiyeke nû ku di heman demê de berjewendiyên Kurdan dihewîne.

Piştî ku Hikûmeta nû ya Hêrêma Kurdistanê di bin Serokweziriya Mesrûr Barzanî de hate damezrandin, niha jî mijara herî zêde tê meraqkirin ya pêywediyên di nava Tirkiye û Kurdistanê de ne. Li gorî çavdêrên siyasî ên Kurd Mesrûr Barzanî di warê dîplomasiyê de şêwazeke nû ye û dê gelek feydeyê bide danûstandinên siyasî, aborî, çandî û civakî yên di nava Tirkiye û Kurdistanê de.

Çavdêrê siyasî Mufît Yuksel ji K24 re got: "Mimkûn e Navbeyna Tirkiyê û Herêma Kurdistanê wê hê baştir bibe, mîna ewil çend sal berê baş bibe mimkûn e gerek pêşve biçe. Tirkiye dema Hewlêrê ji çav derxe ji Tirkiyê re zirar e. Hewlêr xwe ji Enqerê cihê bike û eleqeya xwe biqetîne ew ji bo hewlêrê jî baş nîn e. Gerek e têkîlî baş biçe û bi pêşve biçe di navbeyna wan de. Navbeyna Tirkiye û Herêma Kurdistanê"

Herwiha bi boçûna siyasetmedar û çavdêrên din ên Kurd jî, pêdivî bi stratejiyeke nû heye di nava Tirkiye û Kurdistanê de. Li gorî Alî Fîkrî Işik, Hikûmeta nû ya Kurdistanê ku di bin Serokwezîriya Mesrûr Barzanî de hatiye damezrîn, divê ne tenê bi desthilata Tirkiyê re, divê bi opozîsyon û hejmareke zêde ya dam û dezgehên din ên Tirkiyê re jî pêywendiyên xwe xurt bike.

Çavdêrê Siyasî Alî Fîkrî Işik dibêje: "Têkîlî divê ne tenê bi desthilatdaran re, lê bi hemû siyaseta Tirkiyê ve, ji muhalefeta wan ji opozîsyona wan bigire, heta heta saziyên civakî, têkîliyeke xurt û têkîliyeke ku tim û daîm di rojevê de be û deng bide bê danîn. Ez dixwazim ku hîkûmeta nû, stratejiyeke nû ji bo têkîliyên Tirkiyê, stratejiyteke ku aliyekî wê siyasî, aliyekî wê abori,ye, aliekî wê çandî û aliyekî wê jî sportîf e siyaseta wiha ava bike. Û vê siyasete bê şik bi her awayî bişopîne û berdewam bike."

Çavdêr û kesayetên siyasî ên Kurd dibêjin, divê ji bo Kurdan ji vir û pê de desthilatdar ne giring bin, her kî desthilatdar be li Tirkiyê û nêta wan her çi be jî, pêwîst e Kurd, li gor berjewediyên xwe siyaseteke taybet ava bikin. Bi boçûna wan ne Îran ne jî Iraq biqasî Tirkiyê ne giring in. Tirkiye wek deriyekî ye ji bo Kurdistanê ku karibe xwe li hemû dinyayê veke û di ser Tirkiyê re bikeve nav qadda aborî ya cîhanê. Li gorî wan Serokê Hîkûmeta nû ya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî, ji bo bilindkirina têkiliyên dîplomasî û xurtkirina danûstandinên aboriyê yê Kurdistanê navekî giring e û xwedî wê hêzê ye ku karibe proseseke nû jî bide destpêkirin.