Tirkiye dixwaze pirsa YPG di civîna NATO de bike rojev

Dîsa di vê çarçoveyê de pirseke din jî YPG ye, ko ev pirs pêwendiyên Tirkiye û NATOyê aloz kiriye û ber krîzeke navxwe ya NATOyê ve dibe...

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ji bo lûtkeya pîrozkirina salvegera 70 mîn a damezirandina NATOyê serdana Londonê dike û rojeva wî ya sereke  YPG û herêma ewle ye.

Digel lûtkeya NATOyê, di navbera Tirkiye, Fransa, Almanya û Brîtanyayê de lûtkeyek din a çarqolî jî, birêve biçe û her çar welat, dê pirsa rojavayê Kurdistanê gengeşe bikin. Erdogan dibêje, ji bo avakirina herêma ewle ya li Girê Spî û Serêkaniyê ew dê pilan û projeyên xwe pêşkêşî Fransa, Brîtanya û Almanyayê bikin.

“Rojeva me ya herî girîng avakirina herêma ewle ye. Li Girê Spî û Serêkaniyê em dixwazin herêmek ewle ava bikin. Em dê pilan û projeyên xwe pêşkêşî Almanya, Fransa û Brîtanyayê bikin. Ez nizanim helwesta wan çi ye û dê çi bibêjin. Ger pilan û projeyên me di xema wan de be, em dê ji raya giştî ya cîhanê re rabigihînin. Ger ne di xema wan de be, em dê wê jî rabigihînin”

Dîsa di vê çarçoveyê de pirseke din jî YPG ye, ko ev pirs pêwendiyên Tirkiye û NATOyê aloz kiriye û ber krîzeke navxwe ya NATOyê ve dibe. Erdogan careke din ji NATOyê dixwaze YPG wekî rêxistinek terorist were ragihandin

“Ger rêxistinên ko em wekî terorîst nas dikin, NATO wekî terorîst nas neke, bila NATO bibore. Em li dijî her gavên NATOyê bin. Em li ser helwesta xwe rijd in û çi gûhertin li ser helwesta me nîn e.”

Lê Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Mark Esper bi zelalî dibêje: NATO, YPGyê wekî rêxistinek terrorist ranagahîne û piştgiriya daxwaza Tirkiyê nake. Pilanên NATOyê ji ber xemên taybet ên Tirkiyê nayên astengkirin.

 

 

C.B