Bucak: Bo avakirina yekîtiya netewî niha niyaz pêwîst e

Serokê Platforma Demokratên Kurd (PDK) Sertaç Bucak ragihand, pêwîst e hemû hêz û partiyên Kurdistanî, demokrat û sivîl ji bo çareserkirina pirsa Kurd lihev bicivin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Platforma Demokratên Kurd (PDK) Sertaç Bucak derbarê civîna sibe ya partiyên siyasî bo avakirina yekîtiya netewî de ji K24ê re ragihand, pêwîst e hemû hêz û partiyên Kurdistanî, demokrat û sivîl ji bo çareserkirina pirsa Kurd lihev bicivin, HDP di nava xebatê de ye, lê hîna xebatê encam nedaye û xebateke stratejîk jê re pêwîst e û hîn gelek pirsgirêk hene li pêş vê gavê hene.

Amaje bi wê da, di vê qonaxa niha de, em dixwazin niyaza wê yekê li cem aliyên siyasî heye, ku yekîtiya netewî pêk bînin, em negihîştine wê qonaxa ku em li ser alê biaxivin, hîna em li bernameyê neaxivîne. Niha em behsa niyaza avakirina yekîtiya netewî dikin.

Sertaç Bucak bang li hemû partiyan kir ku tevîlî vê xebatê bibin û zû bi zû daxuyaniyên redkirinê nedin. Ji ber ku heger Kurd li Bakurê Kurdistanê neyin cem hevdu û yekîtiyeke netewî û demokrat ava nekirin, ti kes di pirsa Kurdî de biser nakeve.

Biryar e sibe, li Bakurê Kurdistan bi beşdarîya 20 nûnerên sazî û partiyên sîyasî li ser xebata yekitîya netewî kombûnek bê sazkirin.

Parlamenterê Partiya Demokratika Gelan (HDP) Imam Taşçier diyar kir, demek dirêj e li ser xebata yekitîya netewî, kombûnan çê dikin. Di encama Kombûnan de, HDP, DBP, PDK-Tirkiye, PDK-Bakur, Partiya Azadî û Mirov, Tevgera Azadî, Partiya Azadî, Partiya Komûnîst û DDKD,  ji bo yêkitîya netewî, li hev kom dibin.

Ji aliyê xwe ve, Partiya Azadiya Kurdistanê û Partiya Sosyalist a Kurdistanê ragihandin, ku ew beşdarî civînê nakin.

 

S. B