Serok Barzanî û Serokê Parlemana Iraqê çend pirsan guftûgo dikin
K24 – Navenda Nûçeyan
Serok Mesûd Barzanî îro pêşwazî li Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê Mihemed El Helbûsî û şanda pê re kir û çend pirsên girîng ên di navbera Hewlêr û Bexdayê de guftûgo kirin.
Di hevdîtinê de ku Cîgirê Serokê Parlemena Kurdistanê Hêmin Hewramî amade bû, rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê û peywendiyên Hewlêr û Bexda hatin guftûgokirin.
Her di vê hevdîtinê de tekez li ser sûdwergirtina wê rewşa erênî kirin ku li peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye holê. Eve jî bi navê çareserkirina bingeha kêşe û giriftên di navbera Hewlêr û Bexda û li ber ronahiya destûra Iraqê de be. Ji bo vê mebestê jî tekez li ser berdewamiya peywendî û şêwirîna her dû aliyan kirin.
S. B