Elmanîya: Di ayînde de wek hevpişkeke bawerpêkirîyê Kurdistan û Îraqê dê vemînîn
K24- Hewlêr
Hayko mas, wezîrê derveyê Elmanîyayê tekez kir, welatê wî di ayînde de wek hevpişkeke bawerpêkirîyê Herêma Kurdistanê û Îraqê dê vemîne.
Di nameyekê de bi boneya hilbijartin û destbikrbûna Nêçîrvan Barzanî, wek serokê nû yê Herêma Kurdistan, Hayko Mas, weîzrê derveyê Emanîyayê pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir û tekez kir, Elmanya wek hevpişkeke rasteqîne û bawerpêkirîyê Herêma Kurdistanê û Îraqê dê vemîne.
Wezîrê derve yê Elmanya di nameya xwe de gotîye: bi navê hikumeta Elmanya ya Fedral germtirîn pîrozbahîyê li te dikim bi boneya hilbijartina te wek serokê Herêma Kurdistanê.
Herweha nivîsîye: Hilbijartina te û pêkanîna kabîneya nû ya hikumetê dû mercên giringin bo kûrkirina hevkarî û karên hevpişk di navbera Hewlêr û Bexdayê de. Nemaze jî di bwarê ewlehîyê de bo serkevtinê bi ser wan qeboyên hevrûşî Herêma Kurdisatanê dibin.
Mas di berdewamî ya nameya xwe de dibêje: Bo we tekez dikim ku Elamanya di ayînde jî de wek hevpişkek bawerpêkiriîyê Herêma Kurdistanê û komara Îraqê dê vemîne.