Mesrûr Barzanî: Şorişa Îlonê mezintirîn şorişa xelkê Kurdistanê bû dijî sitem û zordarîyê

Mesrûr Barzanî radighîne, Şoreşa Îlonê mezintirîn şoreşa xelkê kurdistanê bû, dijî stem û zordariyê, ku hemû pêkhateyên Kurdistanê, di jêr yek serkirdayetîyê de rûbirûyî stemkariyê bûn û Kurdistan bû penageha hemû azadîxwazên 'Iraqê.

K24- Hewlêr

Mesrûr Barzanî radighîne, Şoreşa Îlonê mezintirîn şoreşa xelkê kurdistanê bû, dijî stem û zordariyê, ku hemû pêkhateyên Kurdistanê, di jêr yek serkirdayetîyê de rûbirûyî stemkariyê bûn û Kurdistan bû penageha hemû azadîxwazên 'Iraqê.

Serokê hikumeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya 58mîn salvegera Şoreşa Îlonê peyamek belavkir. Tê de hatiye..

Îro 58 sal biser destpêkirina şoreşa Îlonê, ya ku dirêjtirîn û mezintirîn şoreşa gelê Kurdistanê bi Serkirdatiya Rêberê netewî yê Kurd Mistefa Barzaniyê Nemir derbas dibe.

Şoreşa mezin ya Îlonê ku 11ê Îlon a 1961an destpêkir û seranserê Kurdistanê daye ber xwe û tevahiya pêkhateyên olî û etnîkî yên Kurdistanê di bin sîvana yek Serkirdatî de li dijî sitemkariyê rawestan û Kurdistan bû penagehek aram bo tevahiya azadîxwazên Îraqê.

Em di demekê de şoreşa mezin û ew pêşmergeyên qehreman ên ku beşdariya şoreşê kirin e bibîr tînin, buha û pirensîbên binirx ên şoreşê jî, di bîra me de ne, weke berxwedan, bihevre jiyan û yekgirtîbûn a xelkê Kurdistanê, ku her tim cîhê serfirazî ne, bo me û omîd dikin, ku her tim bi zindî bimîn in.

Xelkê Kurdistanê jî, bi heman canê tebayî û yekrêzî, berevanî ji maf û destkeftên xwe bikin.

Silav li pêşmergeyên qehreman yên şoreşa mezin a Îlonê

Serê rêzdarî bo şehîdên Kurdistanê