Amerika: Li Tirkiye rojnamevan jiber nûçeyan tên siza kirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Balyozxaneya Amerîka ya Tirkiyê bi daxûyaniyekê got: Nabe li Tirkiyê, rojnamevan ji ber nûçeyan, werin siza kirin.
Balyozxaneya Amerika, bi rêya Twitterê daxûyaniyek weşand û rewşa 2 rojnamevanên tora Ragihandina Emrika Blombergê, pirsî.
Balyozxane diyar dike: Nabe rojnamevan jiber nûçeyan werin sizakirin û ev helwest derveyî prensîbên azadiya medyayî ya cîhanî ye.
Ramana azad û rojnamevanî bingeha demokrasiyê ye û jibo pêşketina civakê jî, pêwist e ev azadî were parastin.
2 Rojnamevanên sazîya Blomberg a Ragihandinê, ku navenda wê li Amerikaya, jiber nûçeyek daketina Lîreyê Tirkî, 2 sal û 5 meh hatine siza kirin.
C.B