Adil Ebdulmehdî supasîya Pêşmerge dike

Serok wezîrên Îraqê supasîya hêza Pêşmerge kir bo rola wê di têkşikandina Daişê li Îraqê.

K24- Hewlêr

Serok wezîrên Îraqê supasîya hêza Pêşmerge kir bo rola wê di têkşikandina Daişê li Îraqê.

Adil Ebdulmehdî, serok wezîrê Îraqê bi boneya roja serkevtinê bi ser Daişê re li Îraqê, di ragehandinekê de, amaje bi wê yekê kirîye, ku Supa, Polîs, Heşda Şeibî û Hêza Pêşmerge rolên kara hebûn li têkşikandina Daişê di Îraqê de.

Herweha sûpasîya waqn hêzan jî kir, hêzên Îraqê û Pêşmerge heya niha berdewamin li ser rûbirûbûna Daişê.

Hikumeta Îraqê li 10/12/2017 têkşikandina Daişê ragehand, ku hêza Pêşmerge yek ji wan hêzan bi bandor bû ku li sala 2014 rûbirûyê Daişê bû bi hevkarîya hêzên Hevpeymanên nêvdewletî dijî Daişê. Herçende tevaya erdê Îraqê ji jêz destê Daişê hat rizgarkirin,lê heya niha li henek deveran paşmayên Daişê mane û Pêşmerge û hêzên ewlekarîyên Herêna Kurdistanê berdewamin li ser rûbirûbûna wan.