Mela Bextyar: Pêwîst e berpirsên Kurd li Bexdayê li ser bi Erebkirin bêdeng nemînin

Berpirsê Desteya Kargêriya Yekîtî Mela Bextyar ragihand, pêwîst e berpirsên Kurd li Bexdayê li ser bi Erebkirin û tadekirina ser xelkê navçeyên Kurdistanî yên veqetandî bêdeng nemînin.

K24- Hewlêr

Berpirsê Desteya Kargêriya Yekîtî Mela Bextyar ragihand, pêwîst e berpirsên Kurd li Bexdayê li ser bi Erebkirin û tadekirina ser xelkê navçeyên Kurdistanî yên veqetandî bêdeng nemînin.

Mela Bextyar ragehand, Hikumeta niha, êlên Ereb liser bi Erebkirina navçeyên Kurdistanî han dide, çek û teqemeniyan liser wan dabeş dike.

Got jî, niha leşker ji bo bi Erebkirinê tê avakirin, li ber çavê hikumeta Îraqê, li ber çavê Hakimê Serbazî bi karwanan çek û BKC tên şandin û bi eşkere û liber ekranên Televizyonan ji cotyarên Kurd re dibêjin - herin, Xwedê bi were be, ev zevî yên me ne!

Berpirsê Desteya Kargêriya Yekîtî, spasiya Fraksiyonên Kurd li Parlamentoya Îraqê û Parlamentoya Kurdistanê û Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê dike, ku tevger kirin e û daxwaz jî dike, stratejiyek netewî dinav hêzên Kurdistanî de ji bo rûbirûbûn a bi Erebkirinê bê avakirin.

Daxwaz ji Partiya xwe jî dike, Kongreyê guhertinê girêbide û tekez jî kir, di jinavbirina DAÎŞê de Partî û Yekîtî rolek kara hebûn û erkên xwe bicîh anîn.

Mela Bextyar di demê beşdarîbûna di civîneke Cotyaran de tekez kir, eger ew ên li Bexdayê desthilatin, liser bi Erebkirina nû helwestê nedin, tu cudahiyek wan digel Taha Mihyedîn Merûf nabin. Mela Bextyar dibîne jî, bi Erebkirin gef e liser çarenivîsa Kurdistanê û çarenivîsê dixe metirsiyê de.