DAIŞ êrîşî Hêzên Pêşmerge kir û şkestin xwar!

Hêzên Pêşmerge li sînorê Xaneqîn êrîşeke çekdarên DAIŞê têkşikand û li navçeyê ketine amadebaşiyê de

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Pêşmerge li sînorê Xaneqîn êrîşeke çekdarên DAIŞê têkşikand û li navçeyê ketine amadebaşiyê de.

Li navçeya Kanî Masî ya ser bi qezaya Xaneqîn ve çekdarên DAIŞê êrîşî baregeheke hêzên Pêşmerge kirin û bi tûndî bersiva wan hate dan.

Fermandarê fewcê 3 li lîwa ya 3 ya Hêzên Pêşmerge Cimûr Rustem ji Kurdistan24 re ragehand, ku çekdarên DAIŞê êrîşî baregeheke wan li navçeya Kanî Masî kirin e û wan bi tûndî bersiva wan çekdaran da ye.

Herwiha got jî, ku ji bo dem a nîv demjmêrê ji şerê giran çekdarên DAIŞê reviya ne û piştre hêzeke din a Pêşmerge gihişte deverê û hêzên wan jî, di amadebaşiyê de ne. Herwiha got ku ti ziyan jî, negihiştine hêzên Pêşmerge.

 

 

C.B