Lavrov: Hebûna leşkerên Tirkiye li Idlibê, pêşiya terorîstan nagre
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Rûsyayê da xuyakirin, ew bibiryar in êrişên Heyet Tehrîr Şam li Îdlibê bişkîn in û di derbarê mijarê de Tirkiye jî hatiye agahdarkirin.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di civînek rojnamevanî de da xuyakirin, li Îdlibê sedema bilindbûn a asta tundiyê, êrişên terorîstan e.
Lavrov got, ew bibiryar in êrişên terorîstan li herêmên kêmkirina şer, bi awayek tund bişkîn in û operasyonên wan dê berdewam bikin.
Da zanîn, hebûna leşkerên Tirkiyê li Îdlibê, pêşiya êrişên terorîstan nagre û rayedarên parastinê yên Rûsyayê rojane bi rayedarên Tirkiyê re di pêwendiyê de ne.
Lavrov got, ew dê bersivên tund bidin Heyet Tehrîr Şam û da zanîn, di rêkeftina Soçiyê de, agirbesta hember rêxistinên terorê nîn e.