YPG: Em tevlî operasyona Idlibê nabin

Berdevkê YPGê tekez dike ku hêzên wan li derdora Idlibê nîn in û beşdariyê di operasyona li ser Idlibê de nakin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê YPGê tekez dike ku hêzên wan li derdora Idlibê nîn in û beşdariyê di operasyona li ser Idlibê de nakin.

Berdevkê Yekêneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd derbarê gotegotên beşdardarbûna hêzên YPGê di operasyona ldlibê de, daxuyaniyeke nivîskî li ser malpera fermî ya YPGê weşand.

Nûrî Mehmûd da zanîn ku bi zêdebûna egera destpêkirina operasyoneke leşkerî ya li ser parêzgeha Îdlib û hawirdorê wê, hin saziyên çapemeniyê behsa tevlîbûna hêzên wan di nav vê operasyonê de dikin, lê ew gotegot dûrî rastiyê ne.

Berdvekê YPG`ê got: “Em ji raya giştî re tekez dikin weke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), hêzên me li hember rêxistineke terorê (DAIŞ) di nav şerekî giran de ne û bi biryar in ku vê koma terorê di Bakurê Sûriyê de tune bikin.”

Nûrî Mehmûd di dawiyê de got: “Em di serî de li hember artêşa Tirk a dagirker ku li Efrînê hebûna xwe meşru nîşan dide û rêxistina terorî DAIŞ’ê ku alîkarî ji dewleta Tirk a dagirker digre, şerekî meşru û mafdar dimeşînin. Herwiha em tekez dikin ku ti hêza me li Idlibê nîne.”

Ev demek e li ser pêkanîna Operasyona Idlibê tê rawestan. Li gor çavkaniyên li ser erdê Rûsya, Îran û hevalbendên din ên rejîma Şamê piştgiriyê didin vê operasyonê. Lê welatên rojava û bi taybetî Amerika li dijî pêkanîna vê operasyonê radiweste.

 

 

S. B