Nêçîrvan Barzanî serexweşîyê li malabatên qurbanîyên bûyera Kerbela dike

Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê peyameke serexweşîyê arasteya malbatên qurbanîyê bûyera evro ya Kerbelayê kir û amdekarîya Herêmê jî derbirî bo pêşwazîkirinê ji qurbanîyan. Ev jî deqa wê peyamêye.

K24- Hewlêr

Em ji dil serexweşîya xwe ya gerim digehînin malbatên bûyera evro li Kerbelayê rûday bi egera qelebalixîya seredanekerên pişikdar di rêûresmên Aşûrayê de, ku bû egera can ji destdana 3 kesan û birîndarbûna bi dehan kesên din.

Herweha Em pişikdarî û hevxemîya xwe ya kûr derdibirîn beranber evê karesata pir azar û ji xwedayî mezin dixwazîn sebir û hedarê bide amlabatan û qurbanîyan bi beheştê şad bike û şîfayê jî bide birîndaran. Em amadeya Herêma Kurdistanê jî radigehînîn bo pêşkeşkirina tevaya alîkarîyên pizîşkî û pêşwazîkirina birîndaran.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

10ê/ Îlonê/ 2019