Yekîtiya Ewropa: Êrîşên Tirkiyê dibin sedema karesateke mirovî

Serokê Encûmena Ewropa Donald Tusk daxwaz ji Tirkiyê dike, têbigihe metirsiyên ku êrîşên wê li bakurê Sûriyê nebe sedema karesateke mirovî û ew gefên Enqerê yên şandina penaberan ber bi Ewropa ve red dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Encûmena Ewropa Donald Tusk daxwaz ji Tirkiyê dike, têbigihe metirsiyên ku êrîşên wê li bakurê Sûriyê nebe sedema karesateke mirovî û ew gefên Enqerê yên şandina penaberan ber bi Ewropa ve red dikin.

Serokê Encûmena Ewropa Donald Tusk îro li Qubrisê ragihand, pêwîst e Tirkiyê têbigihe nîgeraniyên Ewropayê û divê êrîşên wê nebin sedema karesateke mirovî.

Got jî: Qebûl nakin penaber wek çekekî li dijî Ewropa bên bikaranîn û gefên Erdogan yên di wê derbarê de, ne di cihê xwe ne.

Hevdem, Serokwezîrê Îtalya Giuseppe Conte helwesta xwe derbarê êrîşên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê ragihand û daxwaz ji Tirkiyê operasyonên xwe rawestîne.

Herwiha rexne li daxuyaniya Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan girt û got: Nabe Tirkiyê penaberên Sûrî wek amrazekê bikar bîne û bi wan fişarê li Ewropa bike ji bo operasyona Tirkiyê qebûl bike, em êrîşên Tirkiyê qebûl nakin û divê rawestîne.

Serokomarê Tirkiyê berî çand rojan ragihandibû: Heger Yekîtiya Ewropa êrîşa me bi dagîrkerî binav bike, emê deriyê Ewropa li pêş penaberan vekin.  

 

S. B