65 çekdarên DAIŞê li rojhilatê Dêrazorê hatin kuştin

Firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê di 3 rojên bûrî 65 çekdarên DAIŞê li rojhilatê Dêrazorê kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê di 3 rojên bûrî 65 çekdarên DAIŞê li rojhilatê Dêrazorê kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, amadekarî û anîna hêzên ji aliyê HSDê ve li rojhilatê Dêrazorê berdewam e di encama êrîşên Firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî li rojhilatê Dêrazorê di 3 rojên bûrî 65 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Rewangehê da zanîn, duhî di êrîşa li ser kêlgeha Tenek a li rojhilatê Dêrazorê de 20 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Diyar kir jî, çekdarên DAIŞê ji pêr ve hewl didin kêlgeha Ezreq ya di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye kontrol bikin, lê Hevpeymaniya Navdewletî ew êrîş têk şikand.

Ji aliyekî din ve, Rewangehê diyar kir, piştî ku HSDê hêzên taybet yên YPGê di 28ê Cotmeha bûr de anîn deverê, HSDê karî hemû xalên xwe yên li derdora devera Behra ya nêzîkî Hecînê jidest dane, vegerîne.

Ev yek di demekê de ye, Piştî topbarana Artêşa Tirkiyê li ser hin navçeyên Girê Sipî û Kobanê li rojhilatê Firatê, HSDê roja 31 Cotmeha bûrî wek karvedan rawestandina operasyonên xwe li dijî DAIŞê ragihandibû.

 

S. B