Dengên aştiyê, dengê defan li Enqerê bilind bû

Hunermendê defê yê navdar Samî Hosseînî ku Kurdê Îranê ye li Enqereya paytexta Tirkiyê konsertek lidarxist. Hosseîniyê ku ev 8 sal in li defê dixe vê carê bi koma xwe ya bi navê AHURA bû mêvanê Enqerê û demên xweş bo Enqereyiyan dan jiyandin.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Hunermendê defê yê navdar Samî Hosseînî ku Kurdê Îranê ye li Enqereya paytexta Tirkiyê konsertek lidarxist. Hosseîniyê ku ev 8 sal in li defê dixe vê carê bi koma xwe ya bi navê AHURA bû mêvanê Enqerê û demên xweş bo Enqereyiyan dan jiyandin.

Yek ji amûra muzîkê ya herî qedîm ku li ser xaka Mezopotamyayê û Kurdistanê şahidiya hezaran salî kiriyê erbane ango def e. Ev dîmên jî ji konserta koma bi navê AHURAyê ye ku li Enqeraya paytexta Tirkiyeyê hate lidarxistin e. Koma AHURAyê ku ji aliyê hunermendê Kurd yê defê Samî Hosseînî ve li Rojhilatê Kurdistanê hatiye avakirin,dengên xwe yên pirzimanî digel erbaneyan dide bihîstin.

Hosseîniyê ku ev 9 salan li defê dixe û ji sala 2016an ve jî li Izmîra bajarê Tirkiyê hem hilberîna erbaneyan hem jî xwendekaran perwerde dike, behsa projeya koma AHURAyê dike ku bê çawa hatiye damezrandin.

Mamosteyê defê û damezrînerê koma AHURASamî Hosseînî ji K24ê re got: “AHURA ser bi peyvek Zerdeştî ye, Ahura Mazda ser Zerdeştî ye. Me ji vî navî gelek hezkir, Kurd gelek kevn e Zerdeşt bûye. Ji kulturî heye û wateya wê pir xweş e. Ji bo vê yekê me xwest projeya AHURA li Tirkiyê dewam bike.”

Ahura bajar bi bajar digere û peyamên xwe yên aştiyane bi gelek zimanên ji hev cudatir bi erbaneyan digihînê hemû cîhanê.

Samî Hosseînî dibêje: “Mamosteyên herî baş ku amûr çêkirine ji Kurdistanê ne. Ji ber vê yekê ew bûnê xwediyê vê enstrumanê belam gelekî dîrokî ye. Li gorî min ev denge aştiyê ye, çimkî soz tê de nîn e.”

Di mêvandariya koma AHURAyê ya Enqerê de welatiyan jî eleqeyek baş nîşan da konsertê û bi dêngên def ango erbaneyan demeke xweş derbaskirin.

Welatî Kardelen Aglak got: “Dema wan lêdixist min xwe di dinyayeke din de hîskir, tiştekî gelekî xweş bû, ew giyan ew mûzîk hewqasî xweş dan ku carek din çêbibe ezê dîsa werim.”

Welatî Hasan Huseyîn Ekîn jî dibêje: “Dema yek dikeve hindûr yek dibe qey konsertekê qels e bes rîtîm tiştekî cuda ye. Cîherengiya amûr û stranên wan gelekî xweş e.”

Herwiha koma AHURAyê Bİ pêşangiya Samî Hosseînî de dê rojên pêş de li bajarên wekî Edene, Mersîn û Stenbolê dê konsertan bide