Mesrûr Barzanî: Pêkvejiyan a li herêma Kurdistanê cihê şanaziyê ye

Serokê Hikûmeta herêma Kurdistanê ragihand, ku pêwîst e hemû rojên me pêkvejiyan û lêborîn bin

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Hikûmeta herêma Kurdistanê ragihand, ku pêwîst e hemû rojên me pêkvejiyan û lêborîn bin.

Di roja cîhanî ya lêborînê de, Serokê Hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwazî li şandek pêkhateyên olî yên herêma Kurdistanê kir.

Ew şand ji nûnerên olî yên Îslam, Kristiyan, Êzdî, Kakeyî, Zerdeştî, Sabiyeyi Mendayî û Behayî  pêkhatibû û danûstandin, di derbarê pêşxistina pêkvejiyana olî û lêborînê li herêma Kurdistanê de, hate kirin.

Serokê Hikûmeta herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê kir, ku ol hevûdû temam dikin û armanca wan rênîşandan a mirov e, ji bo rêya rast.  Got jî, pêkvejiyan a li herêma Kurdistanê cihê şanaziyê ye û li cem civaka navdewletî jî, cihê pesnê ye .

Serokê Hikûmeta herêma Kurdistanê, tekezî liser wê yekê kir, ku Kurdistan niştîman û mal a hemûyan e û pêwîst e, hemû kar liser geşepêdan a hizra myanrewî û pêkvejiyanê li herêma Kurdistanê bikin û hemû rojên me jî, pêkvejiyan û lêborîn bin.

 

 

 

C.B