Bi hezaran Hiktar dexl û danê cotkarên Cizîrê şewitîn

Agir bi dexl û danên cotkarên zêdetir 30 gundên Tirbesipiyê û Dêrikê yên Rojavayê Kurdistanê Rojavayê ket û bi hezaran zevî şewitîn.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Agir bi dexl û danên cotkarên zêdetir 30 gundên Tirbesipiyê û Dêrikê yên Rojavayê Kurdistanê Rojavayê ket û bi hezaran zevî şewitîn.

Peyamnêrê K24ê li Qamişlo da zanîn, îro ji dema nîvro de agir bi ceh û genimên gundên Xezne, Hasode, Soqiyê, Hemara, Taye, Xirbet El Bîr, Sihil, Qesrok, Mihemed Ziyab, Tenoriyê, Biyaze, Sîhe Mezin û biçûk, Leylan, Xerdokê, Beşîriyê, Kendel Sîd, Girê Berî, Girdaho, Girşêran, Girdêm, Mizfegt, Xizêmok, Nebohe, Dirîcîk, Meşoq Gul Hesenak, Girbikêl û Dêrona Qulinga yên navçeya Tirbesipiyê ket.

Da zanîn jî, bi hezaran Hiktar zeviyên ceh û genim şewitî ne û piraniya zeviyên şewitî ne yên cotkarên Kurd in û ziyanên mezin jî gihiştine xelkê wê deverê.

Herwiha got jî, ji bilî wê deverê, agir bi dexl û danê gundên Siwêdiyê û Sêgirka yên gundewarê Dêrikê ketiye û ziyaneke mezin jî li pey xwe ve hiştiye.

Cotkarekî ji K24ê re got, ku agir ji ber xwe ve vêneketiye û hin alî, li pişt vê agirî hene.

Peyamnêrê me got jî, ji ber gurbûna agir û bayê xurt, tîmên agirkuj di ber re nagihin ku agir bilez vemirînin.

 

S. B