Pêşverû û Wihdê hevpeymaniyekê îmze dikin

Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê (Pêşverû) û Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Wihdê) hevpeymaniyeke karê hevpar îmze kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê (Pêşverû) û Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Wihdê) hevpeymaniyeke karê hevpar îmze kirin.

Peyamnêrê K24ê li Qamişlo da zanîn, îro bi beşdariya hejmarek ji endamên her du partiyan Pêşverû û Wihdê û kesayetên serbixwe li hola Kongreyan li Qamişlo, Sekreterê Giştî yê Pêşverû Ebdilhemîd Derwîş û Sekreterê Giştî yê Wihdê Mihyedîn Şêx Alî Hevpeymaniya Karê Hevpar di navbera her du partiyan de îmze kirin.

Diyar kir jî, di konferanseke rojnamevanî de jî, naveroka hevpeymaniya karê hevbeş bi her du zimanan Kurdî û Erebî hat xwendin.

Hat zanên Hevpeymaniya Pêşverû û Wihdê di 3 warên sereke de dibe: Yekem: Di warê Niştimanî Sûrî de. Duyem: Di warê Kurdî û Mafên hatine daqurtandin de. Sêyem: Di warê Netewî Kurdistanî, herêmî û navdewletî de.

Xalên herî giring di hevpeymaniyê de ew e hewildan bêne kirin ji bo cîbicîkirina aştî û aramiyê li welêt û vekişandina hêzên Tirkiyê ji tevahiya xaka Sûriyê. 

Pêşverû û Wihdê hevpeymaniyekê îmze dikin
Pêşverû û Wihdê hevpeymaniyekê îmze dikin
Pêşverû û Wihdê hevpeymaniyekê îmze dikin
Pêşverû û Wihdê hevpeymaniyekê îmze dikin