ENKS tekeziyê li ser destpêşxeriya Fansayê dike

Partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) tekeziyê li ser girîngiya destpêşxeriya Fransî ya nêzîkirina di navbera ENKS û TEV-DEMê de dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) tekeziyê li ser girîngiya destpêşxeriya Fransî ya nêzîkirina di navbera ENKS û TEV-DEMê de dikin.

Endamê Desteya Serokatiya ENKS Feysel Yûsif ji K24ê re ragihand, îro nûnerên partiyên ENKSê li Qamişlo civiyan û di civînê de dawî pêşhatên siyasî, mafên gelê Kurd û dîtina çareseriyeke dadwerane ji doza Kurdî di çarçova destûra Sûriyê de hatin guftûgokirin.

Herwiha partiyên ENKSê tekezî li ser girîngiya destpêşxeriya Fransî ya nêzîkirina di navbera ENKS û TEV-DEMê de kir û daxwaza bilezbûna avakirina baweriyê di navbera aliyên Kurdî de û gihîştina bi helwesteke hevbeş li ser piraniya pirsan kirin.

Berî demekê Fransayê destpêşxeriyek bo nêzîkirina di navbera ENKS û TEV-DEMê kiribû, di wê derbarê de jî Berpirsê Rêvebir ê Polîtburoya PDK-Sê Mihemed Îsmaîl ji K24ê re ragihandibû, her nêzîkbûnek di navbera ENKS û PYDê de pêwîstî bi gerentîkareke navdewletî heye. Franse welatekî bihêz û girîng e û hewl dide vê gerentiyê bide. Em wek ENKSê vê destpêşxeriyê bi erênî dinirxînin.

Herwiha got jî: Divê heyamek amade bibe, girtiyên siyasî bên berdan, jiyana siyasî asayî bibe, nivîsgehên ENKSê û partiyên bên vekirin wek nîşandana niyazekê ji nêzîkbûnê re.

 

S. B

ENKS tekeziyê li ser destpêşxeriya Fansayê dike
ENKS tekeziyê li ser destpêşxeriya Fansayê dike