Dema sizayên Amerîka li ser Tirkiyê diyar bû

Piştî Tirkiye dest bi wergirtina sîstema mûşekî ya S-400 a Rûsyayê kir, Amerîka plan dike komeke sizayan li ser Tirkiyê bisepîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî Tirkiye dest bi wergirtina sîstema mûşekî ya S-400 a Rûsyayê kir, Amerîka plan dike komeke sizayan li ser Tirkiyê bisepîne.

Ajansa “Bloomberg”a Amerîkî belav kir, rêveberiya Amerîka pilan dike piştî derbasbûna roja derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmeha 2016an, komeke sizayan li ser Tirkiyê bisepîne.

Jêderan ji Bloombergê re ragihandine, Serokê Amerîkî Donald Trump biryar daye sizayan li ser Tirkiyê bisepîne û tekez kirin ku rêveberiya Trump bijardeyek ji 3 bijardeyên pêşniyaz kirî hilbijartiye û tenê mayê Trump li ser plane îmze bike.

Jêderan aşkere kir, plana sizayên li ser Tirkiyê piştî guftûgoya çend rojan a berpirsên di Wezareta Derve, Wezareta Bergîriyê û Encûmena Asayişa Netewî de hatiye danîn û tenê maye Serok Trump li ser wê îmze bike.

Li gor wê ajansê, Washington ne tenê dixwaze Tirkiyê ji bernameya F-35 derbixe, lê dibe li gor yasaya Amerîkî sizayên din jî bisepîne.

Roja 12ê vê mehê pêvajoya radestkirina mûşekên S-400 bi awayek fermî destpê kiribû û sê firokeyên Rûsyayê perçeyên mûşekan anîbûn binkeyeke esmanî ya Enqerê.

 

S. B