Amerîka:Ger S400an bikire, em Patriot nadin Tirkiye

Amerîka radighîne: Ger Tirkiye S400an bikire ew Patrîotan nafroşin Tirkiyê

K24 – Navenda Nûçeyan

Amerîka radighîne: Ger Tirkiye S400an bikire ew Patrîotan nafroşin Tirkiyê.

Berpirsekî pilebilind ê Amerîkayê ji medyaya Tirkiyê re ragihandiye, ko nabe Tirkiye him ji Rusyayê S400an bikire him jî, ji Amerîkayê Patrîotan. Ger Tirkiye S400an ji Rusyayê bikire, ew Patrîotan nadin wê. Ev nêrîna hikûmeta Amerîkayê ye û divê Tirkiye ji du rêyan yek hilbijêre. Divê Tirkiye wê rêyê hilbijêre ko hevkariya leşkerî ya Tirkiye û Amerîkayê nexe xeterê.

Babeta kirîna S400an ji Rûsyayê, mijarek nakok di navbeyna Amerika û Tirkiye de ye. Amerîka diyar dike, ku welatek endamê NATO nabe mûşekên S400 ên Rûsyayê wekî sistema berevanî bikar bîn e. Jiber ku, ev yek dikare gelek sistemên NATO ji Rûsyayê re eşkere bike û ev yek metirsiyek e.

Ji aliyê xwe ve Tirkiye destnîşan dike, ku mafê wê ye mûşekên S400 ji Rûsya bikire. 

Pêwendiyên Rûsya ligel Tirkiye di gelek ast an de di dema dawî de pêşketin e û kirîna S400an jî, wekî proseyek berdewamiya pêwendiyên Enqere ligel Moskow eşkere dike.

 

 

C.B