Riwangeha Mafên Mirov: Tirkiya dîmografîya Girê Sipî diguhere

Hêzên Tirkiya welatîyên Suriyayî ji Carablusê vediguhêzin bo Girê Sipî.

K24- Hewlêr

Hêzên Tirkiya welatîyên Suriyayî ji Carablusê vediguhêzin bo Girê Sipî.

Riwangeha Suirya bo Mafên Mirov belav kirîye, ku rojane ji demjmêr 7ê sipêdê ve hêzên Tirkiya navên welatîyên Suriyayî tomar dikin û wan bo sinûrê Trikiya vediguhêzin û dûv re jî wan derbazî bajarê Girê Sipî dikin.

Li gor Riwangehê, Tirkiya bi wê yekê dixwaze demografîya Girê Sipî biguhere û wî xelkî li gel mal û mulkên wan li Girê Sipî bicih bike.

Berî niha Tirkiya ragehandibû, ku ew penarên Sûriya yên li Tirkiya dijîn; dê vegerîne devera aram li ser sinûr.