Grûpên çekdar melayekî Efrînê û keça wî direvînin
K24 – Navenda Nûçeyan
Îstixbarata Tirkiyê û Mîlîşyayên çekdar ên li Efrînê ji hefteyekê ve melayekî Kurd û keça wî revandine û ta niha çarenivîsa wan ne diyar e.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, Îstixbarata Tirkiyê û grûpa bi navê Polîsa Medenî ji roja 17ê vê mehê ve Mela Ehmed Weqas û keçeke wî ji gundê Dêr Siwanê revandine û ta niha çarenivîsa wan ne diyar e.
Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û mîlîşyayên çekdar ve di 18ê Adara 2018an de, ta niha bi hezaran welatiyên Kurd hatine revandin û çarenivîsa beşeke mezin ji revanidina jî ne diyar e.
S. B